Li bajarên weke; Diyarbekir, Şirnex, Edene, Stenbol, Meletî, Colemêrg, Îzmir, Wan, Êlih, Dêrsim û gelek deverên din bi deh hezaran karker û kedkar li dijî zamê daketin kolanan. Piştî ku li ser zamê bi hikûmetê re lihevnekirin karker û kedkar daketin kolanan û hikûmeta AKP’ê şermezarkirin. Lê Diyarbekirê xwepêşandar û polîs lihevketin, polîsan bi bombeyên gazê û ava şidayî êrîşî xwepêşandaran kirin, heta niha bûyer didome.
Avestakurd