Serrûpel Nûçe Li Sûriyê komkujî: 50 zarok hatin kuştin

Li Sûriyê komkujî: 50 zarok hatin kuştin

Belav bike

 Hêzên rêjîma Esed êrîşî devera El Hule ya bajarê Himûsê kirin. Ji aliyekî ve şebîhayên Esed bi şêwazên hovane dest bi kuştina xelkê kirin û ji aliyekî din ve jî bi top û guleyên hewanan êrîş pêkhat. Li gor daxuyaniya Heyeta Giştî ya Şoreşa Sûriyê di van êrîşan de hêzên rejîma Esed 88 kes (piraniya xwe jin) ligel 50 zarokan kuştin. Hêjayî gotinê ye, li demeke ku Çavdêrên Neteweyên Yekbûyî li gelek deverên Sûriyê belavbûne ev komkujî pêk hatiye.

 

Avestakurd