Serrûpel Nûçe Annan diçe Sûriyê

Annan diçe Sûriyê

Belav bike

 Hat zanîn, Kofi Annan sibê diçe Sûriyê. Li gor rewşa niha Sûriyê te re derbas dibe, heta niha plana Kofi Annan ti encameke erênî wernegirtiye. Plana Kofi Annan ku li 12’ê Avrêlê derbazî warê jiyanê bûbû, ne rejîma Sûrî û ne jî hêzên çekdar yên muxalifan pêgirî pê nekirin. Herî dawî rejîma Sûriyê bi şêwazên hovane zêdeyî 100 kesan li Hule Himûsê kuştibûn û 50 ji wan zarok bûn. Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Sûriyê Cîhad Makdîsî daxuyaniyek da çapemeniyê ku sibe (28/5/2012) Kofi Annan serdana Sûriyê dike. Ji aliyekî din ve Makdîsî bal kişand ser komujiya Hule û got ku wan ji bo lêpirsîna vê bûyerê Komsîyonek ava kirine. 

 

Avestakurd