Serrûpel Nûçe “Kurdistan dê hêzeke leşkerî û yekgirtî be“

“Kurdistan dê hêzeke leşkerî û yekgirtî be“

Belav bike

 bal kişand ser çend xalên girîng ji bo pêşmergeyên Kurdistanê. Serokê Herêmê da diyarkirin ku ‘divê hêzeke pêşmerge ya yekgirtî û dûrî partiyan bi navê Herêma Kurdistanê hebe.’ Her weha got jî pêwîste hemû partî û aliyên siyasî li ser rojeke pêşmerge lihevbikin û wê rojê destnîşan bikin. Serokê Herêmê di axivitina xwe de da diyarkirin ku ‘îsal dê Herêma Kurdistanê hêzeke leşkerî û yekgirtî be.’ Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî der barê qeyrana siyasî ya li Îraqê de jî got “Qonaxa dîktatoriyetê xilas bûye bê veger û kesek jî nikare desthilatdariyê bi sîstema dîktatoriyetê li gelê Îraqê bike.’ Her weha Serokê Herêmê da diyarkirin ku ji bo ev qeyrana siyasî li Îraqê bi dawî bibe em ligel Serokomarê Îraqê Celal Talebanî di nava danûstandinê de ku rêyeke baş ji çareserkirina vê qeyranê re peyda bikin.

 

Avestakurd