Serrûpel Nûçe “Di ser Herêmê re nefta xav naçe derve”

“Di ser Herêmê re nefta xav naçe derve”

Belav bike
  

Nêçîrvan Barzanî ji rojnamegeran re der barê rewşa Kurdistanê û Îraqê de axivî. Nêçîrvan Barzanî di axivitina xwe de bal kişand ser nameya ji Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî re hatî şandin û got ku ‘behsa guhartina Malikî nehatiye kirin, behsa cîbicîkirina destûrê û lihevtina siyasî hatiye kirin’ û got ku ‘ger name nehate qebûl kirin wê demê rewş tê guhartin.’ Nêçîrvan Barzanê di daxuyaniya xwe de behsa neftê jî kir û da diyarkirin ku ‘li rêya Herêma Kurdistanê re yek dilop nefta xav naçe derve û ya ku diçe devere jî aşkere ye ku çiye.’ Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di berdewamiya axivitina xwe de got ku tiştên der barê vê mijarê de têne gotin hêcetin. Mijareke din ya axivitina Nêçîrvan Barzanî der barê daxuyaniya hin berpirsên Îraqê ku gotinbûn ‘ew ê pişka benzîna Kurdistanê qutbikin’ de bû. Li ser vê mijarê Nêçîrvan Barzanî got ‘Sûtemenî malê hemû xelkê Îraqê ye’ û weha pêde çû ’em hemwalitiyên pila 2’yê nîn in li vî welatî. Mafê me ye ku sûtemeniya ku bo palagehên Îraqê diçe 17 ji sedê vegere Herêma Kurdistanê. Lê heta niha rêjeya ku hatiye jî ji 17 ji sedê kêmtir bûye.’

 

Avestakurd