Dengbêjî Xurasanê ji AvestaKurd re diaxife

    Belav bike

    Jînenigarî û gotûbêjek taybet digel Muhemedelî Qasimiyan dengbêjê hêja û xwedî sebk li nav hunermendên kurd li Xorasanê

    Jînenigariya Muhemedelî Qasimiyan

    Muhemedelî Qasimiyan di sala 1960 de li kelê Rezmqanê li bajara Şîrvanê ji dayîk bûye. Di zaroktiyê xwe de wî gelek ji mûzîk û hunerê hez dikir û pir caran jî li cejn û fistîvalên kurdî bi dengekî dilşewitî distira.

    Nika heşt salin ku wî bi awayekî fermî dest bi karê mûzîkê kiriye û li

    nav hunermendên kurd li Xorasanê şîweyek nû afirandiye.

    Wî carina jî ji mûzîka û helbestên kurdên bakûr jî istifade kiriye.

    Hunermendê hêja Muhemedelî helbest û şêrê ser stranên xwe jî bi xwe dinivîsê.

     

    Silav dikim li te hunermendê hêja

     

    Gelek spas birayê ezîz raman bidil ku li ser mûzîk û hunerê kurdên Xorasanê dixebitî.

          ■ Gellek caran ew kesên ku ji deng û mûzîka te hez dikin dibêjin te jî mîna birayê ezîz Muhsin Mîrzazdeh sebkekî nû li mûzîka kurdî li Xorasanê îbda kiriye ku gellek wate û mena ê tarîxî di nav de xuya dike. Nêrînê te bi xwe weke hunermendekê çi ye?

     

    * Ez jî ji xelkê kurmanc û hunerdost silavekî gerim dişînim.

    Baweriya min ew ku hemû dengbêjen me li Xorasan dive ku ji xwe re sebk û şîwên nû çê bikin da ku mûzîka me jî bi awayekî zanistî bê perwerde kirin.

    Hêjay gotinê ye ku filklorên ku ez hildibijêrim hemû ji çîrok û dastanên zehmetî, astengî gehremantiyê kurdan li Xorasanê ne.

    Weke ‘Xecê lore’ û ‘va belane’ ku bi dastana Xecê û erdhêja sala 1963  li herêma xorasanê qewimîne bû îşare dike.

     

           ■ Çend salin ku tu karê mûzîkê dikê? 

           ■ Gelo jidû alboma ‘megrî megrî’û alboma nû ya digel Murad hesenzadeh re hate bazarê û belav bûn,ji te albomê nû jî amade hene ?

     

    Weko hûn dizanin ez niha heşt salin ku li ser mûzîka kurdî dixebitim, pêştir jî min li cejnên muhelî stirabû. Nika jî ku bîst roj ji sala 1391 de derbas dibin ez li ser alboma xwe ya nû mijûlim, hîn min nav li ser alboma xwe ya nû daneniye.

     Min Stranek ji alboma nû jibo lawê xwe ku demekî berê li qewmînekî nexweş bi erebeyê, canê xwe ji dest da stiraye.

    Ez spasdarê hevalên hêja û birêz ‘Artîn Ferxunde û Husêyn Xakşûr’ im jibo alîkariyên wan ê ji dil û can.

     

           ■Tu weko dengbêjek li Xorasanê pêşçûna Mûzîka me çawadibînî ?

     

    Pêşveçûna mûzîka xorasanê gelek li ser fikr û ferhengê xelkê tesîr daniye.

    Em jî iftixar dikin ku sala par mûzîka herêma xorasanê di sazimana yûnisko de hate sebt kirin.

     

          ■ Gellek kes ji mûzîka kurdên xorasanê rexne dikin û dibêjin mûzîka kurdî li Xorasanê bê wate û mena ye yan jî jibo cejnan û dawetan e , nêrîna te çi ye?

     

    Yek ji sedemên ku mûzîka me baş nehatiye perwerde kirin ew ku me pir kêm bi kurdên kurdistanê re peywendî grêdaye.

    Yan li Xorasanê pirtirî hunermendên me mûzîknas û kesên ku bi şîweyek akadimîk li ser mûzîka me bixebitin tune ne.

    Baweriya min ew ku dengbêj û mûzîkjenê me divê  ku peywendiyê xwe digel kurdên kurdistanê zêdetir bikin û ji mûzîka wan jî sûd wergirin da ku ciwanên me jî kêmtir berve mûzîka xelk û miletên din herin.

    Tunebûna agahî û mediya di herêma Xorasanê de bûye sebeb ku pir kes bi kurdî na axivin û yan jî ji axivtin bi zimanê kurdî şerm dikin.  

    Min du sal berê niha bi alîkariya enistîtûya Ehmed Xanî li bajara ûrmiyê albomekî amade kir, lê nizanim çima wan alboma min di bazarê de belav nekirin. Tim gile û gaziyê min ji wan heye, ew jî divê bizanin alîkarî nekirn û astengî çê kirin ji hunermendan re dibe sedema cûdayiyan û karekî gelek şaşe.

     

     

     

     

     

          ■Esasa vî gotûbêja li ser vî nivîsaraye:

    Derûnnasê komilnas  rola mûzîkê wisa dinirxînin :

    Di mêjiyê insan de navendek heye ku mûzîkê digire, ew navenda durust di paş eniyê de ye û rola fêrbûn û nîşandana hest û haletên bi dest xwe digire.

    Jibo vê yekê jî peywendiyekî rasterast di navbera mûzîk, fêrbûn û konterol kirina hest û haletên mirovan de heye.

    Pispor wisa têgihêştine ku mirov di her demê de bi gudar

    kirinê mûzîk ji xwe haletekî cuda nîşan didin.

    Loma jî mûzîk rolekî mezin di jiyana şexsî û komilayetî a mirovan dilîze.

    Çavkanî : Danişnama ruşd

     

    Gotinê dawiyê ji birayê birêz Qasimiyan :

    Ez loçinek azad bûm

    Per dikşinim ji her der

    Mest û serhal û qibraq

    Xewer dikir ji her der

    Ema xweşhalîa me

    Hal nekir rozigarê

    Ji hilînê werxistim

    Dûr kirim ji dîarê

    ji hilînê weaxistim

    avîtime paş cian

    ji cewrê wê me kirin

    kevr hatinê girîan

    Ta rabûm ez bifirêm

    zulmê balê min îşkand

    per û balê min rijand

    cewir kir wi halê min

    çerx ê felekê eman ê eman ê

    Hevalu tawda ez dûr kirim ji îlê

    Ji wêlêt ez werxistim hevalo

    Ta newînêm qebilê

    Mala bêwê ew roya

    qebîlê wê hev gînim

    xwelî li bin ucêx may

    carek din ji vêxinim

     

    gotûbêj û amade karî:

     Raman Bidil

    ramanbidil@gmail.com

    Diyar Xorasanî