Serrûpel Nûçe “Em dixebitin nifşekî saxlem amade bikin“

“Em dixebitin nifşekî saxlem amade bikin“

Belav bike

 Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de bal kişande ser girîngiya zarokan û avakirina zarok ji bo welat û pêşeroja welat û bi taybet roja zarokên Kurdistanê û hemû zarokên cîhanê pîroz kir. Li gor MHHK’ê, ev jî berfirehiya peyamê ye: ” Bi minasebeta roja cîhanî a zarokan, bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê germtirîn pîrozbahiya pêşkeşî tevaya zarokên cîhanê bi giştî û bi taybetî li zarokên Kurdistanê dikîn. Em hêvî dikin ku zarok vê roja xwe di jîngeheke aram, xweşjiyanî û jiyaneke saxlem de pîroz bikin. 


Em tekîdê li ser dabînkirina hemû mafan bo nifşê pêşerojê û serkirdên siberojê dikîn û em dixebitin ku giringiyeke pêwîst bi zarokan bidîn daku, em bikarîn bi wê rê nifşekê saxlem bo pêşerojê amade bikîn. Ji bilî vêna jî, ji bona zaminkirina pêşeroja welatê me û xizmetkirina îmkan û behremendiya wan, em bi wezîfeya xwe dizanin ku, zêdetir giringiyê bi pirosesa perwerdeyê û fêrkirinê bidîn. 

Gelek qanûnên giring li ser parastina zarokan û dabînkirina mafên wan, bi awayekî ku digel daxwazî û pêdawîstiyên zarokan minasinb bin, ji parlamentoya Kurdistanê derketine, û hikûmeta herêma Kurdistanê jî, ji bo cîbicîkirina wan qanûna bi cidî kar dike. 

Serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê 
31.05.2012″

 

Avestakurd