Serrûpel Nûçe Esed destûr nedaye çavdêrên Tirk bên Sûriyê

Esed destûr nedaye çavdêrên Tirk bên Sûriyê

Belav bike

 Li gor hin çavkaniyan, derkete holê ku Konseya Ewlekariyê a Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya plana Kofî Annan de ji bo cihgirtina di nava Çavdêran li Sûriyê, dewleta Tirkiyê jî hin nav şandibûn, ji van navan 5 kes hatin hilbijartin, lê Serokdewletê rejîma Sûriyê Esed vîze van kesan ku 5 bûn îmze nekir. Esed Destûr da hemû çavdêrên welatên din, lê destûr neda çavdêrên Tirk derbazî Sûriyê bibin. Hêjayî gotinê ye, piştî bûyer li Sûriyê qewimîn her ku çû têkiliyên di navbera Sûrî û Tirkiyê de têk çûn. Niha rejîma Esed di her daxuyaniyeke der barê Tirkiyê de aşkere dibêje “Dewleta Tirkiyê destdirêjiya nava Sûrî dike, piştgiriya komên terorê dike û wan dihewîne.”

 

Avestakurd