Serrûpel Nûçe Li Nîjerya balafira rêwiyan li avahiyekê ket

Li Nîjerya balafira rêwiyan li avahiyekê ket

Belav bike

Îro (03.06.2012), danê êvarê li Nîjerya, li bajarê Lagosê balafireke ku tê de 153 rêwî hebûn, li avahiyeke li ser 2 qata ket. Di derbarê mirin û birîndaran de hîn ti agahiyên zelal nehatine girtin.
Serokê Daîreya Hewaya Sivîl a Nîjeryayê Harold Denuren jî bûyer piştrast kir. 
Rayederekî Hewaya Sivîl a Nîjeryayê, bi ajansa Nûçeyan AFPê re diyar kiriye ku, ew texmîn dikin ji balafirê ti kes nefilitîne   
Balafir, ji Lagosayê diçû Abujayê.