Serrûpel Nûçe Li Tirkiyê de 700 zarokên Kurd girtî hene

Li Tirkiyê de 700 zarokên Kurd girtî hene

Belav bike
Hevjîna Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr, bi Rudawê re hevpeyvînek çêkir. Reyhan yalçindag, li ser zarokên Kurd yê girtî sekînî û diyar kir ku li Tirkiyê qasî 700 zarokên Kurd di girtîgehan de têne girtin. Bal kişande newroza îsal a ku ji aliyê hikumetê ve hatibû qedexekirin û got, “newroz hate qedexekirin lê dîsa jî zarok daketine qadan, piştî newrozê bi awakî dramatîk hejmara zarokên Kurd yên girtî zêde bûn. Zarok di girtîgehan de êşan dikişînin.”
Yalçindag, di mijara jina Kurd de jî ev tesbîta kir, li Tirkiyê jinên Kurd hişyar bûne lê dîsa jî ji kevneşopiyên xwe nefilitîne, hîn jinên Kurd bi sedema “namûs”ê têne kûştin.”