Serrûpel Nûçe Li Enqerê di qezayeke trafîkê de 7 kes mirin

Li Enqerê di qezayeke trafîkê de 7 kes mirin

Belav bike

Li Tirkiyê, paytext Enqereyê qezayeke trafîkê a wek komkujiyê pêk hat. Trimbêleke ku malbateke ji dawetê vedigeriya û mînîbûseke ku semazen têdebûne lihev qelibîn û di encamê de 7 kesa jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Ji heman malbatê yên di trimbêlê de 6 kes û semazenekî di mînîbûse de jiyana xwe wenda kiriye.
Qeza, danê êvarê saet di derdorê 19.30 an de qewimiye. Li ser rêya Enqere û Konyayê, 80. kîlometrê de li nêzika navçeya Kuluyê pêk hatiye. Birîndar rakirine nexweşxanê Enqerê.