Serrûpel Nûçe Li çiyayê Kato pevçûn dijwar dibin

Li çiyayê Kato pevçûn dijwar dibin

Belav bike

 Li çiyayê Kato yê li navçeya Elkê ya biser bajarê Şirnexê ve pevçûnên di navbera leşkerên Tirk û gerîlayên PKK’ê de kete roja duyê de. Duhî (4/6/2012) artêşa Tirkiyê li çiyayê Kato operasyon dabû destpêkirin û di encama operasyonê de li gelek deverên çiyayê Kato pevçûn qewimî bûn. Li gor jêderên deverê ji Avestakurd re ragihandîn, serê vê sibehê jî (5/6/2012) dengê top û çekan ji çiyayê Kato bilind bûye û heta niha bi berdewamî deng tê. Her weha jêderan got ku helîkopter û balefirên şer ji şevê din were nesekînin û car car êrîşên bombeyî pêktînin. Lê der barê kuştî û birîndaran de heta niha ti agahî nayên zanîn.

 

Avestakurd