Serrûpel Nûçe Îranê gefa lêxistinê li Tirkiyê xwar

Îranê gefa lêxistinê li Tirkiyê xwar

Belav bike

 Serfermandarê Artêşa Parêzvanên Şoreşa Îranê general Yahya Rahîm Safawî ragihand ku ‘li dema hevdtînên nukleerî negihiştin encamekî û Îsraîl û Emerîka êrîşî cihên me yên nukleerî ku bi temamî aştiyane ye bikin, emê di wê kêliyê de êrîşî Tirkiyê bikin.’ Safawî di berdewamiya axivitina xwe de da diyarkirin ku Emerîka baş dizane dê bibe hedef ji me re û weha pêde çû ‘li vê herêmê dê hemû siyasetmedarên Emerîka, generalên wan, binecihên wan dê hedefa moşekên (Fûze) me bin.’ Hêjayî gotinê ye, li herêmê 20 binecihên Emerîka hene û di van binecihan de 100 hezar leşkerên Emerîkî dimînin. Her weha li Kendava Besrayê, li Deryaya Sor û Ûmanê 60 keştiyên Emerîka hene.

 

Avestakurd