Serrûpel Nûçe Xwestin nivîskarê Kurd Taha Xelîl bikujin

Xwestin nivîskarê Kurd Taha Xelîl bikujin

Belav bike

Di daxuyaniyekê de Taha Xelîl got, derdora seet yekê şevê hinekan li deriyê wî dan. Dema ku wî di pencerê de li wan nihêrî dît ku yek li ser motor e, yek jî li derî dide, wî texmîn kiriye ku cîranekî wî ye, derî vekiriye. Kesê li ber derî pirs kiriye ka ew Taha Xelîl e û ka gelo otomobîla xwe dide kirê yan na, ew li wî ketiye gumanê, xwestiye derî bigire, lê li dolaba solan qelibî ye û ketiye xwar.

Di vê navberê de yê ku li ser motor bûye, bi sîlehê êrîşî wî kiriye.

Ji şansê baş sîleh li wî nakevin.

Ew her du çekdar direvin.

Taha Xelîl dibêje, her du kes Kurd bûn û bi wî re bi kurdî diaxifîn.

AVESTAKURD