Serrûpel Nûçe Daxwaza kongreyekê ji Barzanî dikin

Daxwaza kongreyekê ji Barzanî dikin

Belav bike

 Serokê Encûmena Êlên Ereb li Sûriyê Salim Ebdilezîz El Muslit der barê vê mijarê de axivî û got “Em dixwazin bi rêya vê Kongreyê li ser xaka Kurdistanê peyama; biratî, yekîtî û hezkirinê ragihînin.” Li gor Mîdyanewsê, Ebdilezîz El Muslit weha pêde çû “Em ê bi Barzanî re rewşa navçeyê gotûbêj bikin û jê daxwaz bikin ku Herêma Kurdistanê Kongreyeke Kurdî-Erebî hembêz bike û tê de Encûmena Êlên Ereb li Sûriyê û ENKS digel dijberên Kurd ên Sûriyê bigihin hev.” Her weha El Muslit da diyarkirin ku ew bi mafê birayên xwe yên Kurd re ne û weha got “Em bi mafê birayên xwe yên Kurd re ne bi vegerandina erdên wan, dema zordariyê çû û venagere û her kes dê vegere warê xwe.” Hêjayî gotinê ye, berî niha çendîn car Opozisyona Sûriyê û ENKS ligel hev civiyabûn lê der barê mijara mafê Kurdan li Sûriyê de negihabûn ti encaman. Lê, ji dema xwepêşandan li Sûriyê rûdayîn heta niha ev cara yekê ye daxwazeke weha aşkere ji eşîrên ereban li Sûriyê tê û daxwaza Kongreyeke Erebî-Kurdî dikin.

 

Avestakurd