Serrûpel Nûçe “Hikûmet dixwaze hemû Kurdan biqedîne“

“Hikûmet dixwaze hemû Kurdan biqedîne“

Belav bike

 Turk di civîna Meclîsa Daîmî de axivî û bal kişand ser gelek mijaran. Turk di axivitina xwe de behsa çareseriya CHP’ê ya pirsgirêka Kurd, operasyonên tên kirin, komkujiya Roboskiyê û gelek mijarên din kir. Turk di axivitina xwe de bang li Serokwezîrê Tirkiyê kir û got “Dema mafên Kurdan dihat destesrkirin kî qeleşe tu qet fikirî?” Her weha ji bo Kurdan jî got ku hûn dixwazin AKP’î, dixwazin CHP’î, dixwazin oldar bin, lê baş bibînin û bizanin ku îro helwesta hikûmetê ji bo qedandina hemû Kurdane. Ahmet Turk her weha da diyarkirin ku têkoşîn û daxwaza wan ji bo pêşketina demokrasiya li Tirkiyê ye, lê ti niyeta dewletê ya aştî û çareseriyê tune ye.

 

Avestakurd