Serrûpel Nûçe Kelepora Me Nasnameya me ye

Kelepora Me Nasnameya me ye

Belav bike


Bernama “Gulistana Keleporî” ku li Başurê Kurdistanê salekê berdewam kir, ji ber sedemên teknîkî ev 4 meh bû hati bû ragirtin. Amadekar û Pêşkêşvanê Bernama Gulistana Kelporî Dennis Dargul, da zanîn ku bi saz kirin vê bernamê, ji pênc hezar zêdetir perçên keleporî yên muzelîk, bi dehan cureyên govend, stran, serpêhatî û destan yên gelê Kurdistanê li devera Behdînan, wan bi temaşevanên Zagros TV dane naskirin.
Gulistana Keleporî ku di başurê Kurdistanê de, herî gelek tê temaşekirin, ji çend xalên sereke pêk tê.
1- Kelepor (berhemên muzexanan)
2- Govend
3- Stran
4- Pênasek derbarê devera ku bername lê tê saz kirin de.

Dema nû ya Gulistana Keleporî, me li deşta Duban devera Silêvane ku dikeve nav sinûrên Qezaya Zaxo Navçeya Batêlê, destpê kir. Di destpêkê de, me Keleya Zehferanê dît ku dîwarên Keleyê 2 km zêdetir û bajarek xerabe di bin xirban de ye. Ev dever dikeve kêleka çemê Dicle, cîhek xêr û berekete. Civakên wek Ermen, Kildan, Ezdî li gel Bisilmanan di nav aştî, aramî û biratîyê de dijîn. Gulistana Keleporî heta niha li devera Behdînan ve bi sinûr bû, lê sezona nû de, dê hemû navçe û deverên Başurê Kurdistan ê bixwe ve bigre.
Temaşevanên Zagros Tv dikarîn demek nêz de Bernama “Gulistana Keleporî” temaşe bikin.

Avestakurd