Serrûpel Nûçe Messi bi golên xwe tîma Brezîl gêjkir

Messi bi golên xwe tîma Brezîl gêjkir

Belav bike

 Di listika her du tîmên mezin yên cîhanê Brezîl û Arjantîn de, listikvanê navdar û stêrê futbola cîhanê Messi mohra xwe li listikê da û bi golên tomarkirî tîma Brezîl gêj kir. Di deqeya 23’yê de Brezîl bi gola Romulo 1-0 derkete pêş. Lê di deqeyên 32 û 35’an de listikvanên tîma Brezîl piştî nikarîn Messi rawestînin tîma Arjantîn 2-1 kete pêşiya tîma Brezîl. Di beşê duyê yê yariyê de listikvanê Brezîl Oscar gola wek heviyê tomarkir. Di deqeya 71’ê de Hulk ê Brezîlî goleke din tomarkir. Lê tîma Arjantîn bi listika xwe ya ciwan û hunera Messi ya futbolê bi rêya listikvanê xwe Fernandez deqeya 76’ê de Arjantîn kire 3-2. Paşê dîsa Messi goleke din di deqeya 85’ê de tomar kir û listik 4-3 bi serkeftina tîma Arjantîn bi dawî bû. Hêjayî gotinê, berî niha stêrê futbolê Messi ji çapemeniyê re ragihandibû ku ewê hemû hêz û hunera xwe ya futbolê bide tîma welatê xwe.

 

Avestakurd