Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî tîma Kurdistanê pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî tîma Kurdistanê pîroz kir

Belav bike

  

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bi germî listikvan, rahêner û endamên tîma milî ya Kurdistanê yek bi yek pîrozkir ew serkeftin bi ‘serkeftin û şanaziyek mezin’ navkir. Peyama Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina tîma milî:

“Bi minasebeta serkeftian tîma herêma Kurdistanê a futbolê û bidestveanîna şampyona VIVAyê, pir ji dil destxweşî û pîrozbahiyên gerim pêşkeşî yek bi yel lîstikvan, rahêner, endamên tîma herêma Kurdistanê û tevaya kurdistaniyan dikim û serkeftinên berdewam bo wan dixwazim. 

Bi wê serkeftin û asta bilina tîma fûtbolê a herêma Kurdistanê di lîstikê de nîşan day û bidestveanîna şampiyona VIVA`yê û bidestanîna naznavê şampiyona fûtbolê a cîhanî a herêman, tîma me xizmeteke mezin bi herêma Kurdistanê û kurdistaniyan kir û serkeftin û şanaziyeke dîrokî bo xwe û bo Kurdistanê tomar kir. 

Em, li hikûmeta herêma Kurdistanê, wek hertin, piştevaniya xwe bo tîma fûtbolê a Kurdistanê û hemû çalakiyên werzişî dupat dikin. Dilsozî, xebat û westiyana werzişvanên me, em ji srkeftinên zêdetr yên tîma me di hemû war û sewyeyên din yên werzişî de pişt ras tin. 

Careke din silav, rêz û pîrozbahiya bo tîma fûtbolê a herêma Kurdistanê dubare dikin û çavê me li serkeftinên mezintir e 

Nêçîrvan Barzanî 
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê 
09.06.2012″
Hêjayî gotinê ye, Tîma Milî ya Kurdistanê piştî di Şamponiya VÎVA ya cîhanî de karî 3’ê serkeftinan li pey hev tomar bike û xwe bigîhine listika fînalê. Di listika fînalê de li ser yarîgeha Firanso Herîrî Tîma Kurdistanê û Tîma Qibris ya Tirkiyê hatin beramber hev. Di encam de tîma Kurdistanê 2-1 bi serket û bo cara yekê kupaya şapmpyoniyê bi dest ve îna.

 

Avestakurd