Serrûpel Nivîskar Gogapê û Sîrûda Tirkiyê

Gogapê û Sîrûda Tirkiyê

Belav bike

 

 

Belê îro ez dixwazim di derheqa goga-pê – goga-lingan(football) û sîrûda(merşa netewî) tirkiyê hinekî qal bikim.

 

Her netewe sîrûdek heye. Wekî mînak; sîrûda kurd ey reqîb, sîrûda tirkiyê merşa istiklal û her wekî din. Birastî sîrûd ji ku tê xwendin diyar e. Ji ber vê yekê girîngî ji wê tê. Yanê hema di her cîh û her çalakiyê de bê xwendîn girîngiya wê jî wenda dibe.

 

Min hinek lêkolî ye, ji xeynê tirkiye di cîhanê de hîç cihekî û welatekî nîn e ku sîrûda wan her pêşiya maç û pêşbaziya gogapêyan were xwendin. Gava mirov maça wan mêze dike pêşî sîrûda(merşa îstiqlal) wan tê xwendinê. Tên zanîn sîrûd tenê maçên di navbera navneteweyan de tê xwendinê. Îcar di her lîg û geleya tirkiyê de pêşî sîrûd tên xwendinê. Ew jî sedema nijadperestiyê ye. Di encamê de jî bi çalakiyên nijadperestî ve didome. Her tim beriya maç û dawiya maç bi nijadperestî ve xwe dide nîşan. Şîroveya rojane di wê tîrûbûnan de tê gengeşe kirin. Mixabin di her maça gogapê de şowenîzm û berdewamiya tûndîtî tê zimên. Heke maça bajarek kurd be di wê demê nod deqe li hember kurdan şowenîzma wan bi dawî nabe. Çêr, dijûn û nifir kêm nabe. Mixabin rojekî min maça Bûrsa û Diyarbekirê temaşe kiri bû. Birastî min ji gelê bûrsayê kerh kiri bû. Bawer bikin bê rawestan nod deqe ji bo kurdan re çêr û dijûn gotibûn. Şowenîzm û nijadperestî ketî bû asta herî bilind. Paşê min ji xwe re gotî bû; “dewlet li ser gogapê armanca nijadperestiya xwe pêk tîne.”

 

Herwerha sîrûda tirkiyê her serê maç tê xwendin û di cîhanê de jî mînaka wê nîn e gelo hêjahiya xwe wenda dike?

 

Dawiyê dawîn bila yarîzan û gogavêjan gog bileyzin, çawêrvan jî tenê gogapê temaşa bikin. Sîyaset û nijadperestî nekeve nav werzişê.