Serrûpel Nûçe Karayilan bang li Emerîka kir

Karayilan bang li Emerîka kir

Belav bike
 Karayilan bersiva pirsên ANF’ê da û di axivitina xwe de giranî da mijara Emerîka û piştgiriya Emerîka ji dewleta Tirkiyê re. Karayilan bal kişand ser zilm û zordariya dewleta Tirk li gelê Kurd dike û bang li Wezîra Karê Derve ya Emerîka Hillary Clinton kir diyarkir ku bila destê xwe deyne ser wijdanê xwe û weha pêde çû ” Niha Wezîra Derve ya DYA’yê Hillary Clinton jinek 60 salî ye, dayîkek e. Divê destê xwe deyne ser wijdana xwe û biaxive. Wê bi xwe wiha got; “PKK xebatên xwe yên terorê yê ya ku dehhezaran canan standiye didomîne. DYA li hemberî terorê li aliyê Tirkiyeyê ye.” Niha yan ji bo berjewendiyên welatê xwe derew dikin. An jî ew bi xwe dixapîne. Lê di rastiyê de li hemberî gelê Kurd terora dewleta Tirk heye. Herî dawî mînaka terorê ya herî li berçav Komkujiya Roboskî, gelo ev çi ye? Vê dewletê li hemberî gelê Kurd û tevgera azadiay Kurdistanê 17.528 kuştinên failî-meçhul (kuştinên kiryar nediyar) pêk aniye. Gelo Birêz Clinton van nabîne? Gelo çima terora dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne, nabînin, me weke rêxistinek ku dehhezaran mirov kuştiye nîşan dide? Ev ne rast e. Li gorî tomarên dewleta Tirk 40.000 kes mirine. Ji vana herî kêm 30.000 kurd in û ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kuştin. Piraniya vana hevalên me ne.” Her weha Karayilan da diyarkirin ku êdî divê Emerîka û hêzên navneteweyî nema pişta Tirkî bigirin û bal kişand ser Kurdê Başûrê Kurdistanê ku ew jî Kurd in, em jî Kurdin, ew ji bo mafê xwe dikin, em jî ji bo mafê xwe dikin û got jî ‘ma çi cûdahî di navbera me û wan de heye’ û weha got ” Em êdî di serî de DYA ji hemû hêzên navneteweyî dixwazin ku êdî li aliyê terora dewleta Tirk cih negirin. Em ji wan dixwazin ku nebin hevkar mêtîngeriya li ser Kurdistanê û rijandina xwînê. Êdî bes e! Hûn her tim gelê Kurd ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî dikin qûrban, ji vê re êdî bes e! Baş e Birêz Clinton dostaniya we bi rayedarn Başûrê Kurdistanê re hene. Ma ne ew jî Kurd in. Mîna me hêza wan jî a leşkerî heye. Hûn wana weke dost dibînin û me jî wek terorîst û dijmin dibînin. Gelo çi ferqa me ji wan heye? Ew li wir ji bo mafên rewa yên gelê Kurd têkoşiyan. Em jî li vir ji bo mafên rewa yên gelê Kurd têdikoşin. Em dixwazin di têkoşînê de bi rêyên siyasî û demokratîk encam werbigirin. Lê dewleta Tirk derfet nade vê yekê. Dixwaze bi teknîk û alîkariya hûn di din wê me tune bike. Lê ji ber piştgirî û beşdariya gelê me, bi teknîk û alîkariya we nikare me tune bike. Rastî ev e.” Ji aliyekî din ve Karayilan bang li Emerîka kir ku êdî dawî li siyaseta xwe ya komkujiyê bînin, em tenê mafên xwe yê rewa dixwazin yên ku gelê Kurd dike gel.

 

Avestakurd