Serrûpel Nûçe Çavên Kurda ronî: Heftê 2 saeta dersa Kurdî

Çavên Kurda ronî: Heftê 2 saeta dersa Kurdî

Belav bike

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, duh diyar kir ku, wê Kurdî bi “dersa bijarte” li dibistanan bê fêrbûn. Îro di çapemeniyê de gellekî deng veda. Li gorî hineka ev “lutfeke” mezin e ji bo Kurdan. Li gorî hineka jî ev nayê qebûl kirin, çimkî gel, zimanê dayika xwe bi dersa bijarte fêr nabe. Ancax, bi zimanê dayikê perwerdehî, kare rê li ber fêrbûna Kurdî veke.
Di nav vê toz û dumanê de, eşkere bû ku, xwendekarek çawa kare Kurdî wek dersa bijarte hilbijêre. 
1- Ger xwendekarek bixwaze bi zimanê Kurdî dersa bijarte bigre, nikare bi zimanên din yên biyanî, yanê Îngilîzî, Fransî, Almanî dersa bigire. Di vir de Kurdî dikeve statuya zimanên biyanî.
2-Tenê heftê 2 saeta kare dersa bejarte a Kurdî bibîne.
3- Xwendekarek ji bo karibe dersa Kurdi a bijarte hilbijêre, lazime di pola wî de herî kêm 8 xwendekar bi hev re bixwazin.
4- Di bin navê “zimanên dijîn”, yanê hîn can nedane lê li ber can dayînê ne de Kurdî wê were bijarte.
5- Tenê ev lutfa ne bona Kurdî ye, Zazakî, Abhazkî, Çerkezî, Lazî, Boşnakî jî karin saya Kurdî ji vê nîmetî sûdê bigrin.  
Çavên Kurda ronî, êdî karin bi zimanê dayika xwe bibêje: Elî gogê davêje. Dibe ku Elî bi şaşî gogê bavêje kela xwe.