Serrûpel Nûçe “Erdogan dê vê pirsê çareser bike”

“Erdogan dê vê pirsê çareser bike”

Belav bike

 Parlementera bajarê Diyarbekirê Leyla Zana der barê çareserkirina pirsa Kurdî, nêzîkbûna Serokwezîrê Tirkiyê ji pirsa Kurdî re, çawaniya çareserkirina pirsa Kurdî de û gelek pirsên din, bersiva pirsên rojnameya Hurriyetê da. Zana der barê Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan de da diyarkirin ku “Ew îrade pê re tê dîtin ku mafên gelê Kurd bide.” Her weha Zana got ku ‘belê, ew dixwaze ligel Serokwezîr rûnim. Ez bawerim dê bi mifa jî derbaz bibe, lê mesele ne ew e ez wî bibînim yan na. Lê, divê berdewamiya wê hebe, pêngavên ber çav bêne avêtin.’ Zana weha berdewam kir “Divê ewil gotina terorê û Kurdan bi hev re neyê bikarînan. Divê nasnameya Kurd di destûra bingihîn de bê mîsoger kirin. Divê mafê perwerdeyê bê dayîn” Zana bal kişand ser pêvajoyên PKK’ê agirbest ragihandîn û guhartina stratêjiya PKK’ê û got ‘ger armanc xurtkirina rêveberiya herêmane, demokratîkbûne divê PKK’ê jî ji nûve vê qonaxê binirxîne.’  Leyla Zana besha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Îraqa Federal Celal Talebanî kir û ew du kestiyên girîng binavkir û got “Eger Tirkiyê îrade çareseriyê, planeke ber bi çav deyne holê ew jî dê li pey Tirkiyê bên.” Zana bal kişand ser rewşa Serokê PKK’ê Ocalan û got ku Serokwezîr dilwêreke dikare Ocalan ji girava Îmralî derxe û têxe zîndaneke malî de ku bikaribe bikeve nava têkiliyan de bi hindek kesan re. Û karibe rewşê têbigihe ne tenê ji aliyê xwe ve. Zana behsa BDP’ê jî kir û got “Divê BDP’ê piştgiriya pêvajoya destûra nû bike. Divê di nava hemû kar û xebatên li Tirkiyê dibin û mifaya Kurdan jê heye cih bigire. Ne tenê Herêmkî, divê ji bo gel li hemû Tirkiyê bike.” Zana her weha got ji bo gelê Kurd heta niha yek gav nehatiye avêtin. Lê divê mirov mafê tiştên erênî jî bide. Kanalên weke  TRT 6’ê, aliyê xwe yê erînî ew e ku ziman û çanda xelkê anî bîra wan. Leyla Zana der barê pirsa Kurdî de da diyarkirin ku ew li dijî gotina pirsa Kurdî ye û weha got “Destpêkê ez bi tund gotina pirsa Kurdî red dikim. Li holê daxwaza mafan heye. Kurd li vî welatî ne pirsgirêkin. Belkî pirsa mafan heye.” Her weha Zana destnîşankir ku divê zemîna hemû gotûbêjan meclîs be û her kes ka dê çi bikin bi awayekî liber çav deyne holê.

 

 

Avestakurd