Serrûpel Nûçe “Dê Erdogan û Zana bicivin“

“Dê Erdogan û Zana bicivin“

Belav bike

  

Leyla Zana yên der barê çareserkirina pirsa Kurdî û Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan de erînî dibînin û pêngaveke dilwêrek ku pêdiviya Tirkiyê pê heye binav dikin. Ji aliyekî din ve derdorên Partiya AKP’ê û nivîskarine Tirk didin diyarkirin ku axivitinên Zana bandor li Erdogan kiriye û dibe li demeke nêzîk de Erdogan û Zana bên ba hev. Leyla Zana duhî jî ji rojnameya Radikalê re axivî û gotinên xwe dubare kirin. Zana ji Radikalê re got ku; ger hêviyeke biçûk jî hebe, divê mirov dest biavêje wê hêviyê. Her weha Zana got ku divê êdî ciwanên me nemirin. Û got ku ‘siyaset hunera parastina hêviyê ye.’ Zana got ku bila her kes destê xwe bixe bin kevir, min jî destê xwe xist bin kevir.  Hêjayî gotinê ye, niha rojeva Tirkiyê axivitin û nirxandina Leyla Zana ye û ji aliyê her kesî ve tê gotûbêjkirin.

 

Avestakurd