Serrûpel Nûçe Demîrtaş û Zana di pirsa Kurdî de cuda difikrin

Demîrtaş û Zana di pirsa Kurdî de cuda difikrin

Belav bike

 Demîrtaş weke bersiv ji Leyla Zana re di serdana xwe ya li Colemêrgê axivî. Demîrtaş behsa operasyonan, zêdekirina qereqolan, girtinan kir û da diyarkirin ku piştî Hikûmeta AKP’ê û Erdogan behsa ‘çareserkirina pirsa Kurdî kirine, ev hemû hatine holê û zêdebûne. Demîrtaş bê ku navê Zana bilêv bike got “Piştî vê yekê rabî bêjî ez ê vê pirsê çareser bikim. Her kî ji Serokwezîr bi hêvî be, ev yek safitî ye, weke AKP’ê difikre.” Gelo Leyla Zana di hevpeyvînê de çi gotibû? Leyla Zana di çarçoveya pirsên hevpeyvînê de gotibû “Serokwezîrê Tirkiyê dikare vê pirsê çareser bike û ‘baweriya’ min pê heye, min tucaran hêviyên xwe wenda nekirine, ji xwe ku ne bi hêvîbame tucaran li vir nedimam.” Her weha zana gotibû “Bila zarokên Kurdan neyn asîmîlekirin, bila Kurd weke ‘terorîst’ neyn nîşandan.” Di beşek din yên hevpeyvînê de Zana hikûmeta niha ‘di pirs Kurdî de dilwêrek e, cara ewile di dîroka Tirkiyê de hikûmetek weha bidilwêrekî nêzî pirsa Kurdî dibe’ nirixand. Her weha Zana gotibû ku ger bê xwestin ew ê ligel Serokwezîr rûne, lê divê pêşî ev şer bêrawestandin. Zana rexne li BDP’ê jî kiribû û gotibû bila bes xwe ji derve bi curekî nîşan bide û li hundir bi cureyek din. Zana di hevpeyvînê de xwestibû ku êdî bila Kurd weke terorîst neyn dîtin û bila zarokên Kurd bi zimanê dayîka xwe perwerdê bibînin.

 

Avestakurd