Tê de nivîskar dibêje “ez li filan welatî li tatîlê me, lê ji ber ku çente û cuzdanê min hatine dizîn, alîkarî ji min re lazim e” û pereyekî ne pirr û ne jî hindik (nêzî 1500 euro) dixwaze. Ji ber ku ev peyam tim bi ingilîzî bûn, min guh nedida wan, lewre ez û wan nivîskaran me tim bi kurdî ji hev re nivîsiye, loma jî min pê derxist ku bêhna xapandinê jê tê. Lê min dît ku her ji du sê rojan carekê peyamên weha tên. Heta niha ji 3 nivîskar û rewşenbîrên kurd peyamên weha ji min re hatine ku belkî hayê wan jê tunebe. Min bi emailekê ew jê haydar kirin. Heger tiştêkî weha li ser navê min ji we re hatibe, bizanin ku derew e.
AVESTA KURD