Li Erebistana Seudî, qasî 600 jin daxwazname bi Şahê Erebistana Seudî re nivîsandin ku, qet nebe ji bo rewşeke taybet destûra trimbol bikaranînê bigirin. Li Seudî, jin nikarin trimbêlê bikarbînin, qedexeye.
Di daxwaznama ku jinan bi Şahê Erebistana Seudî Ebdillah re şandine de, tê xwestin ku, qet nebe, bila ji bo jinên ku derveyî welêt ehliyeta ajovaniyê girtine, di rewşên mecbûrmayinê de karibin trimbêla bikarbînin.
Sala çûnê jî jinan têkoşiyan lê encam negirtin.
Manal El Şerif, sala çûnê vîdyoyek kişandibû dema ku trimbêlê bikartîne û ew li ser youtubê weşandibû. Li ser vê, 10 roj cezayê girtinê xwaribû.