Serrûpel Nûçe Li Etyobya Skype û Voip qedexe ne

Li Etyobya Skype û Voip qedexe ne

Belav bike

Her kesê ku Skype û Voip bikar bîne wê 15 sal ceza bistînr.

Ji bo ku milet bi riya Skype û Voip (bi riya internetê) telefonan nekin û mecbûr bin bi riya telekoma hikûmî telefonan bikin ev biryar hatiye derxistin.

Cezayê bikaranîna Voip heta 8 salan dirêj dike.

Li gora malpera rojnameya African Review, hikûmet dibêje bikaranîna Skype û Voip ziyanê digihîne ewlekariya welat.

Li gora statestîka 2009 de, 360 hezar kes internetê li vî welatê efrîqî bikar tînin.

AVESTA KURD