Serrûpel Nûçe Li girtîgeha Rihayê îsyan derket 15 kuştî

Li girtîgeha Rihayê îsyan derket 15 kuştî

Belav bike
Li girtîgeha Rihayê a ku parlementerê BDPê yê Rihayê Îbrahim Ayhan jî têde dimîne îsyan derket. Li gorî agahiyên pêşiyê herî kêm 13 kes birîndar bûne.
Tê ragihandin ku di qoxuşa 15.de şewat derketiye. Li qoxuşa şewat derketiye girtiyên edlî têde dimînin.
Li girtîgeha Rihayê a Tîpa E de qasî hezar û 70 girtî hene û ew hejmar jî 4 qatî  kapasîteya girtîgehêye. 
Li gorî ajansa nûçeyan a ÎHA, tê îdiakirin ku 15 kesa jiyana xwe ji dest dane û gellek jî birîndar hene. Di derbarê bûyerê de ji dezgehên fermî hîn ti daxuyanî nehatine.