Serrûpel Nûçe Bingol: “Divê êdî em netirsin!“

Bingol: “Divê êdî em netirsin!“

Belav bike

 Di merasîma 49’emîn salvegera koçkirina helbestvan Nazim Hikmet de li paytexta Rûsiya li Moskowayê Yavuz Bingol bersiva pirsên rojnamegeran da û der barê xwîna li Tirkiyê tê rijandin de axivî. Bingol ji bo pirsa Kurdî got “Bila li welatê me jî weke çawa li welatên din çareserî bûye bê çareserkirin.” Di berdewamiya axivitina xwe de Bingol got “Hêj hestên girdayî qut nebûne. Baweriya min bi wê hêza girêdanê heye. Heta hestên girêdayî qut nebin, li gor min em ji nûve, girêdanên birayetiya xwe bînin bîra xwe.” Ji aliyekî din ve, Bingol li ser nêrînên CHP’ê û gotûbêjên CHP û AKP’ê der barê çareserkirina pirsê de weha got “Ez  der barê vê pirsê de çi gotina tê gotin, her strana tê gotin, tevgera hunermendekî, tişta nivîskarek di qoncika xwe de dinivîse qebûldikim. Divê her kes ji bo vê pirsê hewldanên mezin bike. Divê êdî em netirsin, divê em dilwêrek bin. Weke helbestvanekî gotî ‘li dinyayê neteweyên dilwêrek tune ne, însanên dilwêrek hene’, divê em van însanên dilwêrek zêde bikin.” Her weha Bingol da diyarkirin ku divê ev xwîna tê rijandin bê rawestandin û got “Kî vê xwînê rawestîne ezê dengê xwe bidim wî.”

 

Avestakurd