Serrûpel Nûçe PYD 5’emîn Kongreya xwe li darxist

PYD 5’emîn Kongreya xwe li darxist

Belav bike
 Salih Msilim ku di Kongeryê de yek ji Hevserokên PYD’ê hate hilbijartin di axivitina xwe bal kişand ser guhartinên di sîsetema PYD’ê de û got “Me guhartinek di peyker û şêwaza rêxistinê ya partiya xwe de çêkir, ji ber wê jî me hejmara endamên Desteya Rêveberiya PYD’ê ji 13 endaman kire 25 endam.” Kongre di bin dirûşma ‘Sûriyeke Demokratîk û Xweseriya Demokratîk ji bo Rojavayê Kurdistanê’ destpêkir. Li gor nûçeya ANF’ê, di Kongreyê de 200 endamên fermî yê PYD’ê amadebûn û zêdetirî 2000 mêhvan ji nûnerên siyasî yên; Kurdî, Erebî, Aşûrî, Suriyanî û Ermenî û kesayetiyên siyasî yên serbixwe tê de amadebûne, her weha ji ENKS, rihspiyên Ereb û Êzîdî jî di Kongreya de amabûn. Di Kongreyê de 200 endamên PYD’ê deng dan. Ji van dengan di rêza yekê de Salih Mislim 159 deng û di rêza duyê de Rîhan Mihemed 156 deng anîn û her du weke Hevserokên PYD’ê hatin hilbijartin. Salih Mislim di axivitina xwe de bal kişand ser mêhvanan û got ku tevlîbûna van mêhvanan nîşana wê yekê ye ku têkiliyên PYD’ê bi her kesî re heye û îdîayên tên kirin ku têkiliya PYD’ê nîn bê bingihin. Hêjayî gotinê ye, cara yekê ye PYD’ê derbasî sîstema Hevserokatiyê dibe.

 

Avestakurd