Serrûpel Nûçe Tanrikulu: Çaya AKP sar bû

Tanrikulu: Çaya AKP sar bû

Belav bike

Hevdîtina ku di civakê de hêviyek derxistibû holê û dihat meraqkirin, hevdîtina Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji aliyê parlementerê CHPê Sezgîn tanrikulu ve, ku bixwe jî di hevdîtinê de cih girtibû, hat eşkerekirin. 
Tanrikulu, bi rojnameya HaberTurkê re axifî û got ku, hevdîtin di nêvengeke erênî de derbas bû. Ji pêşniyarên me re îtiraz nekirin lê li ser rêbaziyê fikrên xwe gotin. Erdogan teklîfa Kiliçdaroglu a ku “em bi hev re biçine Roboskiyê” nedipa, hinekî bêdengî çêbû û dûra got, “em ê bi hev re biçine herderê.” 
Sezgîn Tanrikulu, li ser pirsa, ”dema hûn hatine ba hev, hewayek çawa hebû?”, wiha dibersivîne, “nezaketa mazûbaniyê hebû, lê çayên ku îkram kirin sarbûn, ez çayê germ hezdikim.