Serrûpel Nûçe Bila PKK dawî li çalakiyên leşkerî bîne

Bila PKK dawî li çalakiyên leşkerî bîne

Belav bike
 Demîrtaş di komcivîna partiya xwe a di Meclîsê de der barê ‘mirina 8 leşker 10 gerîlayên PKK’ê de’ axivî got bila PKK’ê dawî li hemû çalakiyên xwe yên leşkerî bîne û Hikûmeta Tirkiyê jî operasyonên xwe rawestîne. Demîrtaş got “Dive ji her demê zêdetir em aştiyê biparêzin. Bila PKK’ê dawî li hemû çalakiyên xwe yên leşkerî bîne.” Demîrtaş di berdewamiya axivitina xwe de got “Bila êdî ev şer xilas be, bisekine, kesê hez ji xudê bike bila dilopek av biavêje ser vî agirî.” Her weha Demîrtaş got ku wan berê jî gotiye bila kes nemire, bi mirinan ev pirs nayê çareserkirin. Û da diyarkirin ku bila operasyon rawestin, şanesekî bidin çareseriya siyasî.

 

Avestakurd