Serrûpel Nûçe Li ser Sulava Nîagara ji Amerîkayê meşiya Kanada

Li ser Sulava Nîagara ji Amerîkayê meşiya Kanada

Belav bike
Cambaz Nik Wallendayê 33 salî, li ser Sulava Nîagara, benekî ku stûriya xwe 5 santîm metreye, ji aliyekî sulavê kişande aliyê din û li ser bên meşiya. Ji aliyê Amerîka derbasa aliyê Qanada bû.
Wallenda, meşa li ser 550 metre benî di nîv saetê de temam kir.  Li her du aliyên sulavê, qelebelix kom bû û bi meraq meşa cambaz Nik Wallenda temaşe kir. Meşa cambaz di televizyonê de, zindî hate weşandin û tê texmîn kirin ku, bi sed mîlyonan kesî, ew meşa bi hev re temaşe kiriye.
Mesrefê meşa Wallenda jî, hat eşkere kirin ku, 1.3 mîlyon dolar bûye.