Serrûpel Nûçe Pêwendiya Kurdistanê û Almanya

Pêwendiya Kurdistanê û Almanya

Belav bike

Di hevdîtinekê de ku, Rolf Ulrich konsulusê giştî yê Almanyayê yê li Hewlêr amade bû, pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê li gel Almanyayê weke welatekî girîng û xwedî pêgeha aborî û teknolojî hate tekezkirin ku dikarin rolekî ber bi çav di pêvajoya avadankirin û geşkirina Herêma Kurdistanê de bibîne.

Di mijareke din a hevdîtinê de, rewşa siyasiya Kurdistanê û Iraqê hat nirxandin û di vî warî de sefîrê Almanyayê yê li Iraqê behsa rewşa herêma Kurdistanê kir û ragihand ku li di van deh salên derbasbûyî de Herêma Kurdistanê pêşkeftinekî ber bi çav dîtiye û hêvî xwest ku, ew aramiya rewşa emnî û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê tevahiya bajarên Iraqê de li xwe bigre.

Serok Barzanî di axavtinekê de got ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên digel Almanyayê pêş bixe.
Weke tê zanîn bi minasebeta bidawîhatina wezîfeya wî weke sefîrê Almaniyayê yê Îraqê û jo xatir xwstinê, Christian Berger serdana Barzanî kir