Televîzyona TRT 6 ya Tirkî (ku bi Kurdî weşana xwe dike) dê sibe dest bi weşana xwe ya bi zaraveyê Soranî bike. TRT 6 ku ev 3’ê sal in bi zaraveyên Kirmancî û Zazakî weşana xwe dike, dê sibe bi awayekî fermî dest bi weşana xwe ya bi zaraveyê Soranî bike û dê heroj 45 deqeyan bi zaraveyê Soranî der barê pêşketinên li heremê dibin de weşanê bike. Ji aliyekî din ve hat zanîn ku dê sibe, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Selahedîn û Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç ji Enqereyê bi awayekî zindî beşdarî bernameyê bibin.
Avestakurd