Serrûpel Nûçe PKK’ê ji çiyayên hundir êrîş kiriye

PKK’ê ji çiyayên hundir êrîş kiriye

Belav bike

 Berpirsekî leşkerî yê ku li deverê kevine û deverê baş nas dike, der barê êrîşa Oramar a Colemêrgê de ji rojnameya Radikalê re axivî. Vî berpirsî dîtinên ku gerîlayên PKK’ê sînor derbaz kirine redkir û got “Ez tevlî dîtina ku terorîstan sînor derbaz kiriye û ji sê milan ve êrîş kiriye nabim. Ev dever gelek asêne, çiyayên asêne, bi sedan şikeft û veşargeh hene ku terorîst xwe tê de diveşêrin lê dimînin. Li vanderan komên amade yên terorîstan hene. Ez nafikrim ku terorîstan sînor derbaz kiribe.” Berpirsê li deverê kevin weha pêde çû “Ger terorîstan sînor derbaz kiribane û paşê revîbane li demjmêr 4’ê sibehê êrîş nedikirin. Bi giştî dema tarî dikeve êrîş dikin. Cara ewile di jiyana xwe de dibînim ku sibehê êrîş dikin û bi roj direvin. Yê birevin kû? Bê guman dê birevin nêzîkahiyê. Ev êrîş ji bo tevlîhevkirina mejiyê sîstema fermandariyê ye.”

 

Avestakurd