Serrûpel Nûçe Rojnamevanê Kurd li Silêmaniyê wenda bû

Rojnamevanê Kurd li Silêmaniyê wenda bû

Belav bike

Guman li ser wê yekî hene ku istîxbarata Iranê ew revandibe. Li gora hinek kesên nêzîkî wî, li Silêmaniyê jinekê jê re telefon vekiriye û bi farisî axifî ye, piştre wenda bû ye.

Mewlûd Avend Kurdê rojhilatê Kurdistanê ye, ew li Mehabadê ji dayîk bû ye.

Weke tê zanîn gelek caran hikûmeta Iranê ji hikûmeta Kurdistanê daxwaza kiribû ku kovara Kurd-Îsraîl bigire, lê belê rayedarên Kurdistanê daxwaz Îranê rex kiribû.

Siyasetvanê Kurd Dawûd Baxistanî xwediyê Dezgeha Dostaniya Îsraîl-Kurd e.

Heta niha asayîşa Silêmaniyê bi pey şopa Avend neketiye.

Gelo Avend hatibe revandin, yan jî derketibe seferê û şopa xwe wenda kiribe?

AVESTAKURD