Serrûpel Nûçe “Çareserkirin bi çekdanînê ve girêdayî ye“

“Çareserkirin bi çekdanînê ve girêdayî ye“

Belav bike

Erdogan diyarkir ku “Bi mercê ku PKK’ê çekan deyne, ev pirs dê berî sala 2015’ê çareser bibe.” Erdogan di axivitina xwe de bal kişand ser daxwazên ku ji wan tên kirin û dibêjin bila ‘dewlet operasyonan rawestîne’ got “Ji xwe dema PKK’ê çekan deyne êdî pêdivî bi operasyonan namîne.” Her weha behsa parlementera bajarê Diyarbekirê Leyla Zana kir û diyarkir ku ‘gotinên Leyla Zana hene ku dixwaze bi min re hevdîtinê bike. Lê ez hîs dikim ku di nava BDP’ê de tesfiye heye.’ Erdogan der barê pirsên ser Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de jî weha got “Barzanî kesekî zelal e, vekiriye, li herêma xwe bibandore. Dixwaze PKK’ê çekan deyne. Nêçîrvan Barzanî tê cem me, heman tiştê dibêje. Têkiliyên me yê ligel herêmê PKK û BDP’ê adiz dike, lê em ê dê berdewam bin, wezîrên me dê biçin û bên. Rêveberiya Navendî adize, lê em pêngavên xwe li gor destûra Îraqê diavêjin.” Erdogan her weha bal kişand ser helwesta BDP’ê û got ku ‘BDP’ê ji hemû gavên wan adize, me TRT’ê 6 vekir adiz bûn, niha jî ji bo dersên Kurdî adizin. Em çi gavê biavêjin ew adizin.” Hêjayî gotinê ye, Erdogan di axivitina xwe de pirsa Kurdî, çareserkirina pirsa Kurdî weke pirsa ‘terorê’ nîşan da, lê ji bo pêngavên bên avêtin axivitin û nirxandinên xwe yên berê dubare kirin.

 

Avestakurd