Serrûpel Nûçe Elçî banga agirbesta dualî kir

Elçî banga agirbesta dualî kir

Belav bike

  

Elçî beşdarî bernameya NTV’ê bû û got ku dewleta Tirkiyê bi hezarên cara poerasyon û heman rêbaz bi kar anî ye, lê di encam de pirsgirêk çareser nebûye. Her weha got ku PKK’ê ne pirsgirêke ew encama pirsgirêkê ye. Elçî ji aliyan xwest agirbesta dualî ragihînin.  Elçî di berdewamiya axivitina xwe de bal kişand ser mafê gelê Kurd û got “Kurd milete. Di cîhanê de mafên gelan yên siyasî, civakî û çandî heye. Mafê Kurdan jî yê siyasî û civakî heye.” Elçî da diyarkirin ku êrîş ji nişkava pêk nehatiye, li her derê operasyon hene û weha got “Divê mercên agirbesta dualî bê amadekirin û paşê li çareseriyê bigerin.” Elçî tekez kir ku bê agirbesteke dualî pirs nayê çareserkirin.

 

Avestakurd