Serrûpel Nûçe Bahoz Erdal: Bila kes qala çek berdanê neke

Bahoz Erdal: Bila kes qala çek berdanê neke

Belav bike

Li ser pevçûnên li Oremarê qewimîne rojeva Tirkiyê sor bû. Di encama pevçûnan de 8 leşker hatine kuştin û 16 leşker jî birîndar bûne. Gellek radedarên dewleta Tirkiyê, bernameyên xwe betal kirin û çûne Colemergê. 
Fermandarê HPGê Dr. Bahoz Erdal jî, piştî êrîşa Oremarê daxuyanî dan. Erdal diyar dike ku, “bila ti kes, li hemberî êrîşên PKKê, qala çek berdanê an agirbestê neke. AKP, dixwaze PKKê tasfîye bike. Hewl dide ku, ji Amerîka wesaîtên bêmirov bikire. Bi deh hezaran tîmên taybet û polîsên tevgera taybet şandine Kurdistanê. Bêsekin operasyonan lidardixin. Daxuyaniyên Bulent Arinç û Beşir Atalay derew in û ji bo şerê psîkolojîk in.”   
Dr.Bahoz Erdal, siyaseta AKPê, wek siyaseteke komkujiyê, durûtiyê, a herê xetere û binkolî bilêv kir.