Serrûpel Nûçe Di derbarê balafira hat xistin de îdiayek balkêş

Di derbarê balafira hat xistin de îdiayek balkêş

Belav bike

Duh, balafireke şer a dewleta Tirkiyê, ji aliyê dewleta Suriyê ve hatibû xistin. Sedema vê bûyerê hîn zelal nebûye, lê di vê derbarê de îdiayek balkêş avêtin holê.
Li Suriyê, pêr serpelekî bi balafira MG21, ji bo perwerdehiyê bilind bibû û piştî firînê di demeke kin de çûbû Urdunê û xwe spartibû wan. Vê bûyerê li Suriyê bandoreke şok kiribû û dewleta Suriyê hemû firînan re biryara qedexiyê dabû. Malpera nûçeyan a DebkaFile, îdia kir ku, rejîma Suriyê bawer dike ku, reva Serpel Hasan Hammadeh îstixbarata Tirkiyê organîze kiriye. Malperê, xistina balafira Tirkiyê jî, bi spartina çavkaniyên Suriyê bi vê bûyerê ve girê dan. Malpera DebkaFile, bi nêzikbûna îstixbarata Îsraîl tê naskirin. Dîsa malperê îdia kir ku, duh saet di 16.00 an de 2 balafirên şer yên Tirkiyê, li ser bajarê Suriyê Lazkiyê, bi awakî sînorê deng jî derbas dike, firiyane û di wê demê de hatiye xistin.  Vê malperê, îdia xwe sparte malpera nûçeyan a Suriyê DamPressê û nûçeyên ajansên li Suriyê.