Serrûpel Nûçe Operasyona KESKê: 58 binçavkirin

Operasyona KESKê: 58 binçavkirin

Belav bike

Îro sibê, saet di 06.00 an de, li Navenda Giştî a KESKê (Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Kamuyê), û li sendîkayên bi KESKê ve girêdayîne, polisan lêgerîn lidarxistin. Di bergeha lêpirsîna KCKê de, li Enqere, Eskîşehîr, Aydin, Colemerg, Îzmir û Edeneyê, li 11 navnîşana, polisên gerînendeya ewlehiyê dest bi lêgerînê kirin. 
Serokê KESKê Lamî Ozgen, li navçeya Amedê, li Ferqînê hate binçavkirin. Li Dêrsimê jî, Serokê Şaxa Egitim-Senê Hasan Olgun girtine binçavan. 
Di derbarê pêla binçavkirinan de KESKê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya xwe de wiha hatiye gotin, “li gel Serokê Giştî yê KESKê, li Enqerê 33, li Amed, Bêdlîs, Agirî, Stenbol, Sêrt, Edene û Eskîşehirê jî 25, bi temamî 58 kes  hatine binçavkirin. Ji bo ku em vê operasyonê protesto bikin, li Enqerê, saet di 17.00 an de, li pêş YKMê em ê kom bibin û ber bi Serokwezaretiyê ve bimeşin.”