Serrûpel Nûçe Erdogan Sûriyê tehdîd kir

Erdogan Sûriyê tehdîd kir

Belav bike

  Balafira me, li qada hewaya Suriyê nehat xistin. Hin kes dixwazin vê yekê berevajî bikin. Çawa ku dostaniya me xurt e, dijjminiya me jî xedar e.

Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, li Meclîsê, di civîna koma partiya xwe de axivî û rojeva Turkiyeyê nirxand. Erdogan bi taybetî jî li ser mijara xistina balafira Turkiyeyê rawestiya.

Erdogan diyarkir ku, balafira Turkiyeyê, li qada hewaya navnetewî, rastî êrîşê hatiye. Erdogan wisa dewam kir: “Li qada hewaya navnetewî êrîş li balafira me hat kirin lê balafira me ket qada behra Sûriyê.  Balafira me li qada hewaya Suriyê nehat xistin. Hin kes dixwazin vê yekê berevajî bikin, ev ne rast e. Tespîtên radarê eşkere û zelal in. Balafira ku li ser çek tuneye û bi tena serê xwe difire, xistin. Bêyî ku hişyar bikin êrîş kirin. Piştre jî fedî nakin û dibêjin em dost in. Ev, dijminî ye.  Balafira me, 13 mîl li derveyî qada hewaya Sûriyê, rastî êrîşê hat. Balafira me bi xeletî û demek kurt ket qada Sûriyê. Belgeyên van agahiyan di destê me de ne. Balafira me, bi diminî û qestî hat xistin. Dema lêgerînê jî, êrîşî balafira me ya lêgerînê hat kirin.  Ev jî diminatiya Sûriyê eşkere û zelal dike.  Firîna balafira me, ji bo ceribandina radara me ya ku hatiye nû kirin bû.”

Erdogan bilêv kir, Sûriyê êdî ji bo Turkiyeyê, talûkeyek nêz û eşkere ye û wisa dewem kir: “Sûriye ji bo Turkiyeyê talûkeyek nêz û eşkere ye. Piştî vê êrîşê, êdî qonaxek din dest pê dike. Ji îro şûn de, ji hêla Sûriyê çi têkeve qada me, ji bo me weke hedefa eskerî dê were qebûl kirin.  Bila Sûriye me neceribîne. Em vê yekê bêbersiv nehêlin. Bila ev yek baş were zanîn ku, çavên Turkiyeyê ne li axa tu cîranan e û Turkiye tevlî karûbarên hundir yên dewletên din nabe. Bila tu kes me şaş fêm neke. Turkiye, dewletek wisa ye ku, hemû heval û cîranên wî, pê bawer in.  Lê bila her kes jî bizanibe ku, çawa dostaniya Turkiyeyê  girîngtir û giranbiha ye; xezeb û dijjmina Turkiyeyê jî ewqas tund û xedar e.”

Erdogan rêvebiriya Esed jî tund rexne kir û got, “Sînorên ku bi cetvel û rastkêşê hatiye xêz kirin û rêvebiriya xwînxwar, nikarin dostaniya me û gelê Sûriyê ji hev veqetîne. Ev rêvebirî, bi tu awayî, gelê Sûriyê temsîl nake. Tu meşruîyeta rêvebiriya Esed nemaye. Rêvebiriyek zordest li ser kar e. Çi dibe bila bibe, emê pişte bidin têkoşûn û berxwedana gelê Sûriyê … trtxeber