Li bajarokê Dolgoprudahi yê bi ser paytexta Rûsya Moskowayê ve, dema Galina Ryabkova ya temen 27 salî ji qata 15’an ya avahiyê her du zarokên xwe divêje xwar û zarok dimirin. Cîranên wê dibezin cem jinikê, jinik ji wan re dibêje “Ez dizanim ketine, ji ber ku min ew avêtin.” Û jinik ji polîsan re dibêje “Ez ji wan adiz bûbûm lewma min avêtin.” Li gor lêpirsîna polîsan a di rojnameya Moskovski Komsomolets de hatî belavkirin, jinik dibêje “Ji ber ku hevjînê min ez hêlam, min jî biryar da ez wan bikujim. Berî bûyerê bi rojekî min ava serşokê tije kiribû û min mekîna porziwakirinê ya elektirîkê kire nav avê lê elektirîk qutbû. Lewma min planeke din pêşxist. Sibaha Yekşembê bu cara dawî em li bexçe geriyan, lisitin. Min ji dikanê her yek ji wan re çiqolatek kirî. Paşê bi hênceta em ê balefiran ji qata 15’an biavêjin em çûne qata 15’an. Destpêkê min Voloday avêt û qet min guhdarî qîrînên wî nekir, paşê bi hamen şêwazê min Radion avêt. Pêşeroja min ligel zarokan nebû.”
Avestakurd