Serrûpel Nûçe Tirkiyê ji helwesta NATO razî ye

Tirkiyê ji helwesta NATO razî ye

Belav bike

 Erdogan piştî îmzekirina peymana di navbera Tirkiyê û Azerbaycan ya Enerjiyê de, ligel Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev daxuyaneke hevbeş dan çapemeniyê. Erdogan di axivitina xwe de bal kişand ser biryara NATO der barê Sûriyê de û got “Bi rastî em ji helwesta NATO memnûnin. 28 welatên endam bi tund Sûriyê şermezar kir. Û gotin ku êrîş nayê qebûl kirin. Di vê mijarê de NATO dazanîn ku ew ê pêvajoyê binirxînin û bişopînin.” Hêjayî gotinê ye, duhî (26/6/2012) li ser daxwaza Tirkiyê 28 welatên endamên NATO ji bo mijara xistina balefira Tirkiyê ji aliyê Sûriyê ve civiya bûn.

 

Avestakurd