Serrûpel Nûçe Ahmet Altan ev sûreta komîk dît!

Ahmet Altan ev sûreta komîk dît!

Belav bike
“Niha, ez dixwazim nivîseke cidî binivsînim, lê a ku Xwedê zane ez çima ji beniyan veşêrim, ku min ew sûretê Erdogan a ku di Hurkuşê (civîka azad) de dît şûnde, ji bo mirov zor e ku cidîyeta xwe biparêze…”
Rojnamevan Ahmet Altan, bi vê hevokê dest bi nivîsa xwe dike û wî dişibîne Qralê Rojhilata Navîn, “bi berçavka rojê a bifîyaqa, serekî ku di kokpîtê de derdikeve, ji Serokwezîrê Tirkiyê bêtir, dişibe sûreteke Qraliyeteke Rojhilata navîn a Mîrzadeyekî ku hîn nebûye Qral.”
Altan diyar dike ku, nîyêta ew kesên ku Erdogan kirine kokpîtê ew bûye ku, sûretekî “tirsnak” derxînine holê û bi wê dijminan bitirsînin lê ji wê bêtir ji karikatorîstara bûye malzeme.
Rojnamevan Ahmet Altan, di nivîsa xwe de qerfên xwe bi Erdogan  dike û dibêje, “lazime ew sûretê serokwezîr a di kokpîtê de, li her saziya fermî daliqînî û di bin sûretê wî de, ew gotina Latînan a navdar binivsînî: Dozaje a ku jehrê çêdike.” “Tirsa min ew e ku, dozaja Erdogan an a şêwirmendê wî xirab bûye.”