Serrûpel Magazîn Gelo televîzyona Nalya (NRT) ya kê ye?

Gelo televîzyona Nalya (NRT) ya kê ye?

Belav bike

Soran Omer Şêwermendê Elî Bapîr emîrê Komeleya Îslamiya Kurdistanê di nivîseke xwe de hindeke nehêniyên kanalê NRT eşkere dike û dinivîse ku, kanalê NRT ji 6 pişkan pêk tê:

Bila em hemû bizanin ku kanalê NRT ji 6 pişkan û hevperan pêk tê û ew jê ev in; Berhem Salih cîgirê sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Zelmay Xelîl Zade sefîrê berê yê Amerîkayê li Îraqê, Omer Fetah endamê polîtbûroya YNKê, Şasiwar Ebdulwahid xwediyê kompaniya Naliya û Newşêrwan Mistefe serokê Tevgera Goranê bi rêya kesek bi nave Newzad Nurî ji %26 pişka di NRT de heye.

Weke tê zanîn televizyona NRT di destpêka sala 2011ê de hat damezirandin û ji bajarê Silêmaniyê weşana xwe dike. NRT, bi çend rojan,  beriya dest bi weşana xwe bike ji aliyê grûpek nenas ve hat şewitandin, lê paşî îdiya hat kirin û zêrevanên taybetî yên Celal Talebanî NRT şewitandine. Rojevakurd