Serrûpel Nûçe Zana: Bila baweriya me bi aştiyê hebe

Zana: Bila baweriya me bi aştiyê hebe

Belav bike
 Leyla Zana li ser gora Orhan Doxan axivitinek kir. Zana di axivitina xwe de giranî da aştiyê û baweriya bi aştiyê. Zana weha got “Divê di mijara aştiyê de pêzanên me hebin, li her demê divê baweriya me bi aştiyê bê.” Leyla Zana di berdewamiya axivitina xwe de diyarkir ku ti şer heta dawî dom nekiriye û weha pêde çû “Tekez dê aştî li ser vê xakê pêk bê. Ti şer heta dawî dom nekiriye. Rêzgirtina ji bo gelekî, dê qezenca her du aliyan be.” Zana di axivitina xwe de weha ji Orhan Doxan re got “Tu ji bo aştiyê gelekî xebitî, hevalên te heta niha di vê rêyê de dixebitin. Li her demê tu li dijî zilmê sekinî, hewlesta xwe parast. Tu baş dizane; mejiyê me, dilê me ji bo bihev re û yekîtiya me lêdixist. Çi dibêjin bila bêjin, çi dibe bila bibe, rihê me ligel bihev re  û yekîtiyê re ye. Hemû xizmeta me ji bo gelê me ye. Bila dijimin, dots û her kes bizane dê aştî bê ser vê xakê. Lê yên xizmet kirîn dê tucarî neyin ji bîr kirin. Ez li her demê serê xwe li ber rihê te yê aştiyê ditewînim.” Hêjayî gotinê ye, li sala 2007’ê Orhan Doxan qeyrana dil derbaz kiribû, ew rakiribûn nexweşxaneyê lê li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

 

Avestakurd