Serrûpel Nûçe Emerîka îdîayên Tirkiyê derew derxist

Emerîka îdîayên Tirkiyê derew derxist

Belav bike
 Berpirsên bilind yên dewleta Tirkiyê îdîa dikirin ku balefira wan bê hişiyarî ji Sûriyê wergire, di nava sînorê navnetewî de hatiye xistin. Lê Rêveberiya Sûriyê ev îdîakirin red dikir û digot “Balefir 2 kîlometran derbasî xaka me bûye û ji aliyê me ve hatiye xistin.” Lê, li gor berpirsekî îstîxbaratî ya Wezareta Parastina Emerîka îdîakirinên Tirkiyê nerastin. Berpirsê Emerîkî der barê vê mijarê de bersiva pirsên rojnameya The Wall Street Joumal da. Berpirs got “Weke ku Tirkiyê îdîa dike tu nîşana xwe nîne ku Sûriyê bi fûzeyê balefira Tirkiyê xistiye xwar.” Berpirs di berdewamiya axivitina xwe de got “Ya diyar dibe balefira Tirk gelek nizim, difiriye û di nava xaka Sûriyê de” Berpirs diyarkir ku “Ev nîşana wê yekê ye ku Tirkiyê dixwaze helwesta Sûriyê test bike ka dê çi bersivê bide.” Li gor ji axivitina berpirsê Emerîkî diyar dibe, Tirkiyê bi zanîn balefir şandiye nava xaka Sûriyê. Gelo armanc jê test bû yan karekî îstîxbaratî bû yan jî avakirina zemînekê bû ji bo avakirina herêmeke tempon di nava xaka Sûriyê de?

 

Avestakurd